IŞÎD'ê Musul bi destxist
HEWLÊR (DÎHA) - Dewleta Îslama Iraq-Şamê (IŞÎD), kontrola bajarê Musulê bi temamî destxist. Partiyên kurd buroyên xwe vala kirin û gel bajar terk dike.
Bajarê Musulê ya Iraqê ket destê IŞÎD. Serokê Meclisa Eyaleta Musulê Beşar Kîkî ji Xendan re axivî û diyar kir ku hemû saziyên dewletê yên li Musulê ketine destê IŞÎD'ê. Kîkî diyar kir ku IŞÎD'ê şevê din êrîşî bajar kiriye, aliyê rastê yê bajar (herêma ereban) bi dest xistiye û piştre kontrola hemû bajar bi dest xistiye. Kîkî da zanîn ku PDK û YNK'ê buroyên xwe yên li Musulê valakirine û berê xwe dane Duhok û bajarên din.
Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, piştrast kir ku Musul ketiye bin kontrola IŞÎD'ê. Piştî ku bajaroka Rabaî ya Musulê ket destê IŞÎD'ê, li aliyê Iraqê ve kontrola deriyê sînor yê Til Koçer jî ketiye bin kontrola IŞÎD'ê. Şengal dikeve Başûrê bajaroka Rabîa û piştî ku bajarok ket destê IŞÎD'ê, êzdiyên ku li Şengalê dijîn di dorpêçkirinê de ne.
(ça)