DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

Li Bexdayê êrişa bombeyî: 13 kes jiyana xwe ji dest da

28 Gulan
19:24 2014

BEXDA (DÎHA) – Li paytexta Iraq'ê Bexdayê di encama teqîna maşînek bombebarkirî de 13 kesî jiyana xwe ji dest da herî kêm 25 kes jî birîndar bûn.

Li paytexta Iraqê, Bexdayê di encama teqîna maşineke bombebarkirî de 13 kesan jiyana xwe ji dest da û 25 kes jî birîndar bûn. Îro piştî nîvro li bazirgeha qada Ebdulhekîm Muhsin Kazimî ya dikeve Bakûrê Bexdayê bi maşinek bombebarkirî êrişa bombeyî pêk hat. Di encama çalakiya întîharî de li gorî encamên destpêkê 13 kesan jiyana xwe ji dest da û 25 kes jî birîndar bûn.

Herwisa hat ragehandin kû di encama heman teqînê de 15 maşînên sivîl yên li nêzîkî bûyerê şewîtîne.

(wd/kk)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN