3'emîn Turnuvaya Futbolê ya Şerzan Kurt dest pê kir
RIHA (DÎHA) - 3'emîn Turnuvaya Futbolê ya Şerzan Kurt ku ji aliyê xwendekarên Zanîngeha Harranê ve hat organîzekirin dest pê kir.
Meclisa Xwendekarên Welatparêz û Demokratîk a Zanîneha Harranê (HRU-DEMYOM), 3'emîn Pêşbirga Futbolê ya Şerzan Kurt dan destpêkirin. Meclisa xwendekaran di çarçoveya şahiyên baharê yên alternatif ve de turnuva dest pê kirin. Xwendekaran ji bo biranîna Xwendekarê zanîngeha Muglayê Şerzan Kurd ku di 11'ê Gulana 2010'an de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin turnuva pêk anîn. Turnuva li Kompleksa Sporê ya Rêyên Bejayî pêk hat. 36 tîm beşdarî turnuvayê bûn. Endamê HRU-DEMYOM'ê Hamza Ozer, anî ziman ku bi boneya spora ku pergal dixwaze red dikin vê turnufaya alternatif pêk tînin û dixwazin bi vê yekê Şerzan Kurt bibîr bînin. Ozer, anî ziman ku ew dê bi felsefe û perspektifên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tev bigere û têkoşîna xwe berdewam bikin.
Lîsteka gokê ya yekem di navbera tîmên xwendekarên Efrikayî û Pirsussporê de pêk hat. Lîstik bi serkeftina Pirsussporê ya li hemberî Efrikayiyan bi 5-4'an bi dawî bû.
(mae)