DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

Li Çînê teqîn 3 kes mirin

1 Gulan
01:33 2014

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li herêma Uygurê ya Çînê teqîn pêk hat. Di teqînê de herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li îstasyona tirênê ya li Urumçi ya Herêma Bakurê Rojava yê Herêma Uygurê ya Çînê teqîn pêk hat. Di teqînê de li gorî agahiyên ewil herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat zanîn ku di teqînê de gelek kes jî birîndar bûne. Rayedarên çînî diyar kirin ku der barê sedema teqînê de lêkolîn dikin. Wezirê Dewletê yê Çînê Xi Jinping di serê hefteyê de herêm ziyaret kiribû. Li herêma Xweser a Sincan Uygurê di demên dawî de rageşî gelek zêde bûbûn.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN