Turnuvaya Basketbolê ya Kolanê dest pê kir
AMED (DÎHA) - 7'emîn Turnuvaya Basketbolê ya Kolanê ya ku ji aliyê Şaredariya Peyasê ve li ser navê Mustafa Dag ê ku di 4'ê nîsana 2009'an de li Amarayê di mudaxeleya leşkeran de jiyana xwe ji dest da dest pê kir.
7'emîn Turnuvaya Basketbolê ya Kolanê ya ku ji aliyê Şaredariya Peyasê ve tê organîzekirin dest pê kir. Turnuvayê li Kompleksa Sporê ya Amedê dest pê kir. Alîkarê Şaredarê Peyasê Îhsan Avci, Midûrê Karên Civakî û Çandî Îsmaîl Kardaş, rêveberên Kuluba Sporê û malbatên lîstîkvanan tevlî vekirina turnuvayê bûn. Alîkarê Şaredarê Peyasê Îhsan Avci di destpêka turnavayê de axivî û wiha got: "Em bi rêgeza şaredariyekî civakî nêzî sporê dibin. Tenê bi hişmendiya tîmekê na bi hişmendiya hemû kes tevlî bibe em nêzîk dibin. Bi tesîsên sporê yên me ji bajar re çêkirin ji bilî spora nasyar gelek beşên din de me ji gel re derfetên sporê pêşkêş kirin." Avci, anî ziman ku turnuvaya îsal li ser navê Mustafa Dag li dar dixin û wiha axivî: "Xwedî derketina nirxan ji bo me sereke ye. Di turnuvayê de ji bîlî serkeftin û windakirinê ya girîng lihevhatin e."
Jê 8 tîmên jinan 52 tîm tevlî turnuvayê dibin. Turnuva dê hefteyekê berdewam bike û tîmên serdikevin dê bên xelatkirin. Hemû alavên lîstîkvanên tevlî turnuvayê dibin ji aliyê şaredariyê ve tên dayîn. Mamosteyên basketbolê yên şaredariyê turnuvayê temaşe dikin û dê ciwanên serkeftî diyar bikin û ji tîma profesyonel re hilbijêrin.
(bd/mae)