Li Misirê 683 kes rastî cezayê îdamê hatin
28 Nîsan
11:42
2014
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Dadgehên Misirê piştî darbeya leşkerî ya 3'ê Tîrmehê der barê 683 kesên endamên Rêxistina Birayên Misliman de cezayê îdamê da.
Dadgehên Misirê piştî darbeya leşkerî ya 3'ê Tîrmehê der barê 683 kesên endamên Rêxistina Birayên Misliman ku piştî bûyeran hatin darizandin bi sedema bûne sedemên bûyeran cezayê îdamê da. Berê jî 529 kes ji heman tawanbariyê hatibûn darizandin û rastî heman cezayî hatibûn. Rêxistinên Mafên Mirovan ev yek şermezar kir.
Rêxistina Efûya Navnetewyî berê jî cezayê der barê 529 kesan de şermezar kiribû.
(mae)