Turnuvaya Sporê ya Mahsum Karaoglan bi dawî bû
AMED (DÎHA) - Yekemîn Turnuvaya Sporê ya Ciwanên Zanîngehê ya Mahsum Karaoglan ku ji aliyê Şaredariya Kayapinar, MEGAM-DER û DUO-DER ve hat lidarxistin û hezar û 500 xwendekar beşdar bûn, bi dawî bû.
Li Amedê Şaredariya Kayapinar, Komeleya Navenda Lêgerînê ya Ciwanan a Mezopotamya (MEGAM-DER) û Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Dîcle (DUO-DER) ji bo bîranîna Mahsum Karaoglan ê di 4'ê Nîsana 2009'an de di meşa ber bi Amara de ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin Turnuvaya Sporê ya Ciwanên Zanîngehê ya Mahsum Karaoglan ku li dar xistin, bi maçên fînalê bi dawî bû. Di turnuvayê de hezar û 500 xwendekar di beşên futbol, basketbol, tenîsa maseyê, tenîsa kort, hentbol û voleybolê de têkoşiyan.
Merasîma girtinê ya turnuvayê li Kompleksa Sporê ya Amed a Şaredariya Kayapinar pêk hat. Hevserokê Rêxistina Amedê ya BDP'ê Emîn Yilmaz, Hevşaredarê Kayapinar Mehmet Alî Aydin, Serokê Şaxa MEYA-DER a Amedê Medenî Aktar, Serokê Kayapinar Spor Îhsan Avci, malbata Mahsum Karaoglan û gelek xwendekarên zanîngehê di merasîmê de amade bûn. Hevserokê Rêxistina Amedê ya BDP'ê Emîn Yilmaz di merasîmê de axivî û got, "Dirûşmaya turnuvayê ya, 'Me ciwan dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin' her tiştî pir xweşik aşkera dike."
Hevşaredarê Kayapinar Mehmet Alî Aydin jî, got ku Mahsun Karaoglan navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka têkoşînan de nivîsand.
Piştî axaftinan sportvanên serketî diyariyên xwe wergirtin.
(yş)