DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

Li Bexdayê IŞÎD'ê êrîş kir: 5 kes mirin

20 Nîsan
13:35 2014

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li paytexta Iraqê Bexdayê, endamên IŞÎD'ê êrîşî avahiya zanîngehekî kirin, di encama êrişê de 5 peywirdarên ewlehiyê mirin, gelek hindekarên zanîngehê û xwendekar dîl hatin girtin.

Endamên Dewleta Îslam a Iraq Şamê (IŞÎD) li paytexta Iraqê Bexdayê êrîşî zanîngeha Îmam Cafer Sadik kirin. Li gorî agahiyan di encama êrîşê de 5 peywirdarên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dan. Bi dehan kesên ku di nav wan de hîndekarên zanîngehê û xwendekar hene, dîl hatine girtin. Endamên IŞÎD'ê bi wesayîta bombe barkirî êrîşî deriyê zanîngehê kirin û piştre ketin zanîngehê. Li hember endamên IŞÎD'ê operasyon hat destpêkirin.

(ça)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN