Hat îdiakirin ku rejîma Esad gazên kîmyewî bi kar aniye
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Konseya Şoreşê ya Giştî ya Suriyeyê ku ji muxalîfan pêktê, îdiakirin ku artêşa Suriyeyê li Hamayê gazên klor bi kar aniye.
Hat îdiakirin ku rejîma Suriyeyê gazên kîmyewî bi kar aniye. Konseya Şoreşê ya Giştî ya Suriyeyê ku ji muxalîfan pêktê, îdiakirin ku artêşa Suriyeyê li Hamayê gazên klor bi kar aniye. Hat gotin ku di nav de gelek jin û zarok jî hene bi qasî 100 kesî jehrî bûne. Hat îdiakirin ku kesên jehrîbûne de korbûn, vereşandin çêbûye. Çend meh berê jî hatibû îdiakirin ku li heman herêmê gazên kîmyewî hatiye bi kar anîn. Muxalîfan, diyar kiribûn ku berpirsyar artêşa Suriyeyê ye. Rêveberiya Şamê jî idîa kiribû ku berpirsyar muxalîf in.
(ça)