'Turnuvaya Futbolê ya Lîg Amed' dest pê kir
AMED (DÎHA) - Turnuvaya futbola kolanan a her sal ji aliyê Şaredariya Kayapinar ve tê lidarxistin, îsal bi navê "Turnuvaya Futbolê ya Lîg Amed" pêk hat. Di turnuvayê de 30 taxim di sê grûban de wê heta meha Hezîranê têbikoşin.
Turnuvaya futbola kolanan 7 sal in ji aliyê Şaredariya Kayapinar û Kuluba Kayapinar Belediyespor ve tê lidarxistin. Îsal bi temamkirina Kompleksa Kayapinar Belediyespor wê kampanya bi navê "Turnuvaya Futbolê ya Lîg Amed" bê lidarxistin. Endamê Desteya Rêveber a Kayapinar Belediyespor Îsa Aslan got, "Wê di turnuvaya me de 30 taxim di sê grûban de wê heta meha Hezîranê têbikoşin. Wê kelûpelên ji bo sporvanan ji aliyê şaredariyê ve bê dayîn. Wê maşîneyên me yên şaredariyê jî taximan bîbe û bîne. Di tevahiya turnuvayê de wê xoceyên futbolê ciwanên jêhatî bigirin taximên profesyonel."
(yş)