DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Spor

Ciwanan ji bo bîranîna Mahsum Karaoglan dest bi pêşbirga futbolê kir

 
11 Nîsan
21:12 2014

AMED (DÎHA) - Ciwanan ji bo bîranîna Mahsum Karaoglan ê di Meşa Amara ya 2009'an de bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest da, dest bi pêşbirga fûtbolê kirin.

Endamên Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê (DUO-DER) û MEGAM-DER'ê bi boneya bîranîna xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Mahsum Karaoglan ê di Meşa Amara ya di sala 2009'an deli Navbera Xalfetî û Bîrecîkê di mudaxaleya polîs û leşkeran de bi bombeya gazê ya polîsan jiyana xwe ji dest da, bi pêşbira sporê bibîr anîn. Ciwanan ji bo Karaoglan li Kompleksa Sporê ya Şaredariya Peyasê "1'emîn Turnûvaya Sporê ya Navbera Cwiananên Zanîngehê ya Mahsum Karaoglan" pêk anîn. Di bernameya turnuvayê de gelek ciwan, sparvan û malbata Karaoglan amade bûn. Şaredar Fatma Arşimet jî tev li bernameyê bû. Li salonê posterê Karaoglan û pankarta “Bi spora azad ber bi rojên azad li Kurdistanê davêje. Li Kurdistanê spor biratî ye" vekirin. Bernameyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Endamê komîsyona Sporê ya MEGAM-DER'ê Cihan Guneri, ani ziman ku Karaoglan li hemberî zilmê serî hilda û we dê heta dawî têkoşîwa wî berdewam bikin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN