Muxalîfê Sûriyê dê li Stnebolê serokê nû hilbijêrin
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Koalisyona Neteweyî ya Sûriyê (SUK) bi boneya rêberê xwe yê nû hilbijêrin dicivin. Armanc dikin ku li şûna rêberê berê Ahmet Carba rêberekî ku bêtir muxalîfan têxe bin baneya xwe hilbijêrin.
Koalisyona Neteweyî ya Sûriyê (SUK) bi boneya rêberê xwe yê nû hilbijêrin li Stenbolê civînên xwe berdewam dikin. Li bendê ye ku li şûna rêberê berê Ahmet Carba rêberê nû ku bêtir muxalifan temsil bike hilbijêrin. Li gori agahiyên Asharf Al-Awsat dê bi taybetî li herêmên rex û derdorên Şamê şer bêtir xurt bikin. Di civînêde li bendê yeku encama Cenevre 2 jî binirxînin. Heta niha di koalisyonê de 19 endam hene. Di vê civînê de dê hêjmara endaman derxin 25'an.
(mae)