Ban Ki-Moon: Amadekariyên Cinêv-3 têne kirin
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Sektreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-Moon diyar kir ku civaka navneteweyî ji bo lidarxistina Kongireya Cinêv-3 amadekariyan dike.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), Sektreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-Moon li Bruxelles di civîneke çanpemeniyê de da zanîn di civînên Cinêv-2 de tu encam nehatin bidestxistin û got: "Ji ber ku me ji cinêv-2 encmên girîng negirtin, em niha ji bo lidarxistina Kongireya Cinêv-3 derbarê aloziya Sûriyê de hewldanan dikin."
Beriya niha rêjîma Sûriyê û koalîsyon ji bo beşdarbûna di civînên Cinêv-2 de hatin vexwendin û di navbera şandeyên wan hevdîtin hatin kirin û Nûnerê Neteweyên Yekbûyî El-Exder El-Îbrahîmî ji bo navbênkariyê gelek hewldan kirin. lê ji ber ku beşên din ên opozîsyonê nehatin vexwendin û beşdarî hevdîtinan nebûn tu encam nehatin bidestxistin.
(mae)