DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

Civîna Serokên Ereban bi cûdakariyan dest pêkir

25 Adar
15:35 2014

NAVEDNA NÛÇEYAN (DÎHA) - Endamê Koalîsyona hêzên Opozisyona Sûriyê Lûey El-Safî diyar kir ku hin welatên ereban li dijî wê ye ku kursiya Sûriyê ya Yekîtiya Ereban bidin Koalîsyonê.

Endamê Koalîsyonê ya hêzên Opozisyonê Lûey El-Safî ji televizyona EL-Cezîrê ya Qeterê axivî û diyar kir li ser pêşniyara hin welatên ereb ku di civîna Serokên Ereban de hate destnîşan kirin ku pêwîste kursiya Sûriyê ya di Yekîtiya Ereban bidin koalîsyonê nakokî derket. Safî got ku nûnerên Sûdan, Iraq, Lubnan û Cezair li dijî vê pêşniyar derketine û tehdîd kirine ku heger ev yek pêk hat wê xwe ji Yekîtiya Ereban vekişînin.

Emîrê Erebistana Siûdiyê Emîr Selman Bin Ebdulezîz di civînê de axivî û ji serokên ereban xwest ku rewşa hêzên li Sûriyê biguharin û derbarê valabûna kursiya Sûriyê de matmayî ma û pirsî çima Komîteya amadekar kursî nedaye Koalîsyonê. Ebdulezîz, xwest ku welatên ereban piştgiriya koalîsyonê bike û li ser erdê guhertinê pêk bînin, her wiha bang kir ku nûnertiya Sûriyê ya di Yekîtiya Ereban de bidin koalîsyona hêzên opozisyona Sûriyê.

Serokê Koalîsyonê Ehemd El-Cerba jî di civînê de axivî û ji welatên ereban xwest ku nûnertiya Sûriyê bidin Koalîsyonê, her wiha ji wan xwest ku piştgiriya wan bikin.

(my)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN