Di Cîhanê de 100 mîlyon Komînîst heye !
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li gor lêkolîna Navenda lêkolîna Sosyalîzma Cîhanê (CASS) hejmara kesên piştgirîyê di de Komînîzmê 100 mîlyon kesên.
Navenda lêkolîna Sosyalîzma Cîhanê (CASS) ku dibin banê Akademiya Zanistiya Civaka Çînî de lêkolînan dike hejmara Komînistin Cîhanê wek 100 Mîlyon kes diyar kir. Pirtûka bi navê “Pirtûka zer ya Sosyalîzma Cîhanê " ya ji hela saziyê ve tê derxistin sedsala 21'emîn xwe ji nû ve bijîn kirin û xwe jinûve kirina sosyalîzmê dest nişan kir.
Li gor daneyên Pirtûkê ,li hemû Cîhanê bi giştî 130 partiyên Komînîst heye bi giştî hejmara endamên partiyan 100 mîlyon hatiye dest nişan kirin û 93 mîlyon endam ji Welatên komînîst pêk tên. Li Çînê endamê Partiya komînîst 85 endamên wî hene 4 mîlyonê wê li Bakûrê Koreyê 3 mîlyonê wî li Vîetnamê 1 mîlyonê wî li Kubayê 100 hezarên wî ji Laosê 120 partiyên komînîst jî tê payîn kirin ku 8 mîlyon endamên wan hene.
Li gorî xebat û lêkolînên tên kirin û encama hatiye bidestxistin li Welatên ku ber bi pêşveketinê ve diçin Kureya nîviya Başûr, Hindistan, Emerîqaya Latîn, Efriqaya Başûr û li Bakûr Rûsya sosyalizm bi awayek rêk û pêk pêşketinek mezin nişan dide.
Di Pirtûka Zer de dîsa tê destnîşan kirin ku sosyalizm li Welatên pêşketî bêtir rastî eleqeyek tê. Di xebatên lêkolîneriyê de ev xal jî tê destnîşan kirin;Tevgera Kedkaran û girseya ku heyî ,pêla eleqeya ji bo marx ji bo rêxistinên komînîist fersendên nû û bi hêvî ji bo pêşerojê diafirîne.
(mp/my)