Li Pakistanê 62 zarok ji birçînan mirin
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li derdorê Çola Tarê ya Pakistanê ji ber ku 2 salin baran nabare di 3 mehên dawî de 62 zarok ji berçînan mirin.
Li herêma Tarparkarê ya Eyaleta Sindê ya Pakîstanê ji ber 2 salin baran nabere di nava 3 mehên dawî de 62 zarok ji birçînan mirin. Li gorî nûçeyên Rojnameya The Daily Starê hat diyarkirin ku 3 mehên dawî de li herêma Tharê herî kêm 62 zarokan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî agahiyên çend roj berê di nava 3 mehan de 41 zarok bi tevahî 122 kesan jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku herî dawî ji ber pirsgirêka birçîbûnê zarok bi zaturre û nexweşiyên din ketine û herî kêm 62 zarok ji birçînan mirine.
(mae)