DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

NY: Li Sûriyeyê 250 hezar kes dorpêçkirî ne

5 Adar
16:58 2014

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Komîsyona Neteweyê Yekbûyî (NY) ya lêpirsîna binpêkirinên mafên mirovan ên li Sûriyeyê, nerazîbûna xwe ji kiryarên rêjîma Sûriyeyê nîşan da. Komîsyona NY diyar kir ku rejîma Sûriye dorpêçî û birçîbûnê weke navgîneke şer bikar tîne. Komîsyonê komên mûxalîf jî bi karanîna heman taktîka dorpêçkirinê sûcdar kir.

Komîsyona Lêpirsînê rapora li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Sûriyeyê nû kir û wiha dest nîşankir: "Li Sûriyeyê bi topbaran û bombebabrana balafiran re 25 hezar kes di bin dorpêçiyê de ne. Ji alîkariya mirovî, xwarin û derfetên dermankirinê bêpar in, neçar in di navbera birçîbûn û teslîmiyetê de tercîhê bikin."

Rapora ku ji aliyê sê hiqûqnasên navneteweyî yên bi serokatiya Paûlo Sergîo Pînheîro ve hatiye amadekirin diyar dike ku hikûmeta Sûriyeyê serî li taktîka dorpêçiyê dide û pêdiviyên bingehîn ên mîna av, xwarin, stargeh û dermankirinê weke navgînên stratejiya xwe bikar tîne. Rapora hatiye nûkirin, rewşa navbera Tîrmeha 2013 û Çileya 2014'an dinirxîne. Lêpirsîneran dan xuyakirin ku li taxên Şamê yan jî qadên derdora wê, li Gûta, Deraya û Mûamadiyet el Şam û kampa Yarmûk a 20 hezar penaberên Fîlîstînî lê asê mane, bi armanca dorpêçandinê operasyonên leşkerî li hemberî wan tên lidarxistin.

Di raporê de hat gotin, "Ji bo nifûsa li van qadan bên terorîzekirin, mirovên ne şervanin li nuqteyên kontrolê yên hêzên hikûmetê tên ragirtin û rastî tundiyê tên." Komîsyona Lêpirsînê ya NY nerazîbûn nîşan da ku komên mûxalîf jî serî li vê stratejiya dorpêçandinê didin û ji bo vê yekê jî Nublu û Zahra yên herêma Helebê û Geliyê El Gab ê herêma Hamayê mînak nîşan da.

Neteweyên Yekbûyî ev komîsyon di Îlona sala 2011'an de xistibû dewrê. Komîsyon sûcên şer û yên li dijî mirovahiyê lêkolîn dike.

(my)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN