Di êrîşa Nîjerya de hejmara miriyan bû 90
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li paytexta Maîdugurî ya eyaleta Borna ya Nîjerya ku li hember navendeke kirînûfirotinê êrîş pêk hat hejmara miriyan derket 90 kesî. Dema êrîşa bi du maşîneyên bombebarkirî pêk hat, di heman saetan de rêxistina şerîetgir a Boko Haram gundek hilweşand û 39 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li gor nûçeya rojnameya The Times of India a li ser tevna civakî weşanê dike, hat diyarkirin ku di êrîşa roja Yekşemê de rêxistina Boko Haram herî zêde cihên ku mirov lê zêde ne hildibijêre. Di avahiyên di encama teqînan de hilweşiyane heta niha 51 cenaze hatine derxistin. Hat ragihandin ku di wan avahiyan de zarok jî di nav de gelek mirovên ji bo dawetê û temaşekirina futbolê hatibûn hene.
Rayedarên Xaça Sor ên li herêma teqînê ragihandin ku ji bilî 51 cenazeyên hatine derxistin, gelek cenazeyên din jî di bin xirbeyan de mane. Dema êrîşa bi du maşîneyên bombebarkirî pêk hat, di heman saetan de rêxistina şerîetgir a Boko Haram gundek hilweşand û 39 kesan jiyana xwe ji dest da. Rêxistina Boko Haram di mehekê de li bajer bû sedema mirina 400 mirovan.
Hikûmet lawaz ma
Hikûmeta Nîjerya ya li hember rêxistina Boko Haram lewaz ma meha borî biryar girt ku artêşa Nîjerya ji nû ve bi hêz û rêkûpêk bike.
(yş/my)