DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

Li Sûriyeyê di hefteyekê de 226 kesan jiyana xwe ji dest da

24 Sibat
18:21 2014

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan a Sûriye (SOHR), diyar kir ku li Sûriyeyê di nav hefteyekê de 226 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li gor daxuyaniya Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan a Sûriye (SOHR), di şerê hefteya borî ya li Sûriyeyê de 226 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li gor vê:

4 zarok û 3 jin 35 sivîl, 44 şerker. Ji wan 24 kes ji derveyî Sûriye, endamê IŞÎD'in. 36 endamên IŞÎD ji Sûriyeyê, 29 endamên Hêzên Parastina Neteweyî. 41 hêzên artêşê. 14 ji wan endamên rêxistinên nayên zanîn, 3 endamên YPG'ê ya rêxistina kurd.

Li gorî bajaran jî li Helebê 10 sivîl, 10 endamên rêxistinan, Reef Dimashq yek jê sivîl 7 endamên rêxistinan, li Dera 5 sivîl, yek endamê rêxistinê, li Hama 2 sivîl, 2 endamên rêxistinan, li Îdlib 1 sivîl, 1 şerker, li Homs 4 endamên rêxistinan, li Şamê 7 endamên rêxistinan, li Kuneytra 1 endamê rêxistinê, li Hasekê 2 sivîl, li Der Zor 1 sivîl, li Suwayda 2 sivîl.

Ligel vê li Helebê 8 girtî ji ber şert û mercên xerab jiyana xwe ji dest dane, li Homsê şaredarekî muxalif di şerekî de jiyana xwe ji dest daye.

Di şerê navbera YPG û IŞÎD de 3 endamên YPG'ê û herî kêm 25 endamên IŞÎD jiyana xwe ji dest dan.

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan a Sûriye (SOHR) diyar kir ku 9 sivîlên li Helebê jiyana xwe ji dest dane ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hatine qetilkirin.

(yş/my)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN