Li Kievê xwîn herikî: Herî kêm 50 kes hatin kuştin
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li Ukrayna, piştî di hevdîtna Serokkomar Vîktor Yanukovîch û rêberê muxalif biryara agirbestê hat dayîn, serê sibê pevçûnê dîsa dest pê kir. Di bûyeran de hêjmara kesên hatin kuştin 50 derbas kir.
Li Ukrayna, piştî di navbera Serokamarê Ukranya Viktor Yanukovich û rêberê muxalifan de biryara agirbestê hat dayîn, di saetên serê sibê de dîsa şer derket û di şerde hêjmara miriyan 50 derbas kir. Li gorî nûçeyên Reutersê 51 kesên di şer de jiyana xwe ji dest dan. Nûçegîhanê Ajanê anî ziman ku li nêzî cihê ku Yanukovich bi Wezîrên Yekîtiya Ewropayê re hevdîtin dikir li Qada Serbixwe 21 ceset hatin dîtin. Li gori weşanên televîzoyan jî li Qada Serbixwe ya Kievê xwîn herikî û qat vegeriya warê şer. Wezîrên Karên Derve yên Almanya, Fransa û Polonya piştî vegeriyan Brukselê dê bi raporan biryarê bişînin. Hat zanîn ku li qadê sekman hatine bicihkirin û di şer de herî kêm 51 kes hatin kuştin. Ji 51 kesên hatin kuştin jê 12 kes polîs in.
(mae)