Li Taylandê bedela nelirêtiyê: 16 mirî û 20 mîlyar dolar zerar
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Xwepêşandanên li hemberî desthilatdariya Taylandê welatê Taylandê vegerand qada şer: Di bûyeran de 16 kes mirin û 689 kes birînda bûn. Hikûmetê daxuyand ku tenê nelirêtiya birincê 20 mîlyon dolar e.
Li Taylandê ku xwepêşandan derket radeya herî bilin, 16 kes hatin kuştin. Di 24'a qanûnê de zagona afûyê ku bi rayeya Serokwezîr Yinglak Shinawatra, Thaksin Shinawatra Serokwezirê berê yê ku ji text hat xwar jî digirt nava xwe, li paytexta Taylandê Bangkokê ji aliyê xwepêşandaran ve çalakî hatin lidarxistin. Hat îdîakirin ku Serokwezirê Taylandê Yinglak Shinawatra bi nelirêtiyên birinc 20 mîlyar dolar ziyan daye Taylandê. Di şer û pevçûnên di navbera xwepêşandaran û polîsan de 16 kesan jiyana xwe ji dest da û 689 kes jî birindar bû. Duh jî di encama şer û pevçûnan de 2 polîsan jiyana xwe ji dest da. Hikûmetê bi endîşeya dengan sedî 76 fiyet li ser fiyeta piyaseyê de da birincan û ji berhemdêran birinc komkirinin dema ku hikûmetê pereyên birin can neha berdemdêran, cotkar ketin nav neçariyê û xwekuştina cotkaran zêdebûn. Hijmara xwekuştina cotkaran bi yên ku re derket 6 kesan. Li Taylandê bi hînceta ku nelirêtiyê û rêveberiya xirab û 20 mîlyon dolar ziyan daye dewletê der barê Serokwezîr Yinglak Shinawatra re lêpirsîn hat vekirin dê li bendê ne ku di 27'ê sibatê de dadgeh ji bo darizandinê bang Serokwezir bike.
Li Taylandê sedema sereke nelirêtiye
Hikûmetê di du serdemê dawî yê çandiniyê de sozda cotkara ku dê 20 mîlyon dolar bide wan. fiyeta ku soz dan sedî 76 ser fiyeta piyaseyê bû ji ber bilind bûna fiyeta birinc hilberina ku 6.1 mîlyon ton bu derket 2.5 qatî yanê 14.7 mîlyon ton. Tê texmîn kirin ku bê ku pereyan bide çotkaran bi awayek der zagonî hatî firotin. Hikûmetê di ser dema du çandiniyan de tu pere nedaye cotkaran û cotkarên ku tengezar bûn dem dem hikûmet tengav kir lê encamek negirtin. Hinek cotkaran jî çareserî li xwe kuştinê de dît. Di demên dawîn de ji ber nedayîna pereyên cotkaran hijmara cotkarên ku xwe kuşt derket 6 kesan. Di encama lêpirsîna Venihêrê Gelemperî yê Taylandê de Serokwezîr agadar kir û ji bo ku bernameyê çarekdin li berçavan de derbaskir û bide rawestan di agadarî kiribû.
Komîsyona Li hemberî Nelirêtiya Netewî der barê nelirêtiyên ku li hemberî Serokwezir tê îdîakirin de lêkolînê xwe berdewam dike. Analîzkeran diyar kir ku stoka birincan xilasbûye û deynê cotkaran li ser milê hikûmetê maye, Serokwezîr Yîngluck ji bo ku siyasetmedariyê bidomîne divê berpirsyarê vê nelirêtiyê bibine.
(my/mae)