DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

Sergey Lavrov : Li şûna çekan nan bişînin Sûriyeyê

17 Sibat
17:26 2014

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Bi bê encammayîna hevdîtinên Cinevre-2 re, nakokiyên navneteweyî yên li ser mijara Sûriyeyê, kûrtir dibin.

Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry ji pêşneketina hevdîtinên Cinevreyê Rûsya û Sûriye berpirsyar digire. Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî bang kir, ku rêyên ji bo veguhastina çekên derveyî qanûnî tên bikaranîn, ji bo ragihandina alîkariya însanî ya ji bo mirovên vî welatî werin bikaranîn.

Kerry got, "Dijwariya hevdîtinan em matmayî nehişt. Em di demeke krîtîk de ne, lê divê em qebûl bikin ku astengkirin û pêşîgirtina li rêveçûna rejîma Esad zehmettir bûye."Kerry da xuyakirin ku di dema lidarketina hevdîtinên li Cinêvê de gelê sivîl, rastî êrîşên bi bombeyên varîl hatiye û mehkûmî birçîbûnê hatiye kirin. Kerry bang li piştevanên rejîmê kir û got, "Ji bo zextê bikin em bang li piştevanên rejîmê dikin 'Eger rejîm di hevdîtinan de xwe nêzî li hevkirinê neke û li qadê taktîkên xwe yên xedar dewam bike, dê ji vê yekê ew berpirsyar bin.'"

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî di şûna şandina topan de bang kir ku ji Sûriyeyê re nan bê şandin û diyar kir ku di ser welatên cîranên Sûriyeyê re gelek çek û cebilxane ji radîkal û milîtanên li Sûriyeyê re tên şandin.

Lavrov di civîna çapemeniyê ya li Moskovayê de got, "Yên ku der barê mijara mafên mirovan de gazinan ji Rûsyayê dikin divê xwedî vê agahiyê bin. Eger veguhastina çekên bi vî rengî tê kirin, hingî rêgeha van jî amade ye. Yên ku ji bo sivikkirina êşa gel dixwazin biryareke tund ji Konseya Ewlekariyê derkeve û vê yekê weke rêya yekane dibînin, ji bo alîkariya xwarinê bikin dikarin vê rêgehê bikar bînin."

(my)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN