DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

Li Suriyeyê 102 hezar çekdarên bîyanî

17 Sibat
17:07 2014

NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerê erkanê hêzên leşkerî yê Rûsya ji ajansa Interfaksê re ragihan ku, li gorî zanyariyên Rûsî jimara kesên li Sûriye li dijî rejima Esed şer dikin di nava 110-120 hezar kesî de ye.

Li gorî zanyariyên nûnerê erkanê hêzên leşkerî yê Rûsyayê ji ajansa Interfaks’ê re dane diyarkirin ku, jimara çekdarên ku li Sûriye li dijî hikumeta Esed şerdikin di navbera 110 heya 120 hezar kesî de ye. Li gorî heman zanyariyan ev jimar hema bêje wekî heman jimara ku rêvebirê Saloxgêriyê Emerîka Ceims Klepper diyar kiribû ye.

Nûnerê erkanê hêzên leşkerî yên Rûsyayê destnîşan kir ku, pirsgirêka mezin ewe ku zêdebûna kesên biyanî di nava komên çekdar de û li dijî Esed şer dikin.

Klepper di 12’ê Sibatê de di kongreyekê de ragihadibû ku, li gorî zanyariyên Emerîkî bidestxistine jimara çekdarên li Sûriye li dijî rejima Esed şerdikin ji 75 hezar heya 115 hezar kesiye. Ji vana 26 hezar endamên komên cîhadî ne. Dinava komên cîhadî de nêzî 7 hezar kesên biyanî têde cihê xwe digrin, ev çekdarên biyanî jî ji 50 welatên Rojhilata Navîn û Ewropayê hatine. Ev komên çekdar yên biyanî li xaka Sûriyeyê de kampên wan yên taybet hene, piştî demek li vir tên perwerdekirin piraniya wan ji çalakiyên terorîstî dikin.

(my)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN