DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

Piştî Cenevre 2 gelo AAS ji nû ve tê avakirin?

17 Sibat
16:11 2014

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Konseya Neteweyî ya Muxalif û Şoreşger a Sûriyeyê Serfermandarê Giştî yê Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) Selîm Îdrîs ji wezîfeyê wergirt. Hat ragihandin ku li şûna Îdrîs Wezîrê Parastinê yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Esad Mustafa yê piştî Îdrîs ji wezîfeyê hat wergirtin bi 3 rojan îstîfaya xwe dabû, lê bi zexta DYA û Tirkiyeyê îstîfaya xwe paşde kişandibû bûye Serfermandarê Giştî yê AAS.

Piştî Cenevre 2 bêencam ma, Serfermandarê Giştî yê AAS Selîm Îdrîs ji wezîfeyê hat wergirtin. Ev jî wek nîşaneya hewldaneke nû ya piştevanan a piştî Cenevre hat şîrovekirin. Wek tê zanîn berî niha bi 3 rojan Wezîrê Parastinê yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Esad Mustafa ji wezîfeya ku îstîfa kiribû, lê ji ber zextên DYA û Tirkiyeyê ji biryara xwe vegeriyabû. Li gor nûçeya Zaman Alwasl biryara ku Îdrîs ji wezîfeyê bê wergirtin di civîna roja Şemiyê ya li Dîlokê de hatiye wergirtin ku di wê civînê de îstixbaratvanên Amerîkî û Tirk amade bûn. Hat îdîakirin ku di vê civînê de Mustafa ji bo vegere wek şert wergirtina Îdrîs a ji wezîfeyê xwestibû.

Li gor îdîaya rojnamevan û aktîvîstê sîber Zaîd Benjamîn jî tevî ku ji wezîfeyê jî hatiye wergirtin 5 fermandarên AAS hîn jî Îdrîs wek fermandar dizanin.

Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) tevî ku navê wan di gelek komkujiyan de derbas bûye, tê îdîakirin ku 40 hezar şervanên wê hene. Gelek caran hatiye gotin lu leşkerên AAS li kampên veşartî yên Edeneyê de ji aliyê fêrkarên tirk ve tên perwerdekirin. AAS di rewşa heyî de ji Suudî Arabîstan, Katar, Emîrtiya Yekgirtîya Ereb, Lîbya, DYA û Tirkiyeyê alîkariya çek û lojîstîk werdigire.
Dîsa li gor agahiyên di çapemeniya derve de tên ragihandin û ji aliyê Pentagon ve jî hatiye erêkirin endamên AAS li kampên Urdunê ji aliyê leşkerên DYA, Îngiltere û Fransa ve tên perwerdekirin.

(yş/my)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN