DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

Li Misirê teqîn 5 mirî 66 birîndar

24 Çile
10:52 2014

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li paytexta Misirê Qahîreyê du teqîn li cîhên cûda pêkhat di encama teqînê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 66 kes jî birîndar bûn.

Li paytexta Misirê Qehîreyê dinava çen saetan de du teqîn pêkhat di encama teqînan de 5 welatiyan jiyana xwe ji dest da û 66 welatiyê birîndar bûn. Teqîna yekemîn li ber Midûriyeta Polîsan wesayîta ku bombe barkirî hat teqandin pêkhat. Der barê vê teqînê de Wezareta Tendirûstiyê ragihand ku divê teqînê de 4 kes mirî û 51 kes jî birîndar bûye. Her wiha rayedaran diyar kir ku li ber Midûriya Polîsan wesayîta ku bi kemîna bûbî jî înfîlaq kirine.

Li piştî teqîn li ber Midûriyeta Polîsan teqîna duwemîn li Semta Dokkî li îstasyona metroyê pêkhat. Rayedaran daxûyani da ku di teqîna duwemîn de yek welatiyek jiyana xwer ji dest da û 15 welatî jî birîndar bûn. Heta niha kesê ku ev êriş girtin ser xwe nîne.

(my)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN