DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

Konferansa Cenevre-2 bêyî kurdan dest pê kir

 
22 Çile
12:09 2014

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Konferansa Cenevre-2 ya bi boneya dawî li şerê navxweyî bîne û her wiha ji bo çareseriya Suriyeyê, bi tevlîbûna wezîrên kar û barê derve yên 40 welatan dest pê kir. Konferansê bêyî kurdên Rojava dest pê kir.

Konferansa Cenevre-2 ya ku armanc dike ku şerê nevxweyî yê Suriyeyê bi dawî bike û çareseriyek bîne bi tevlêbûna nûnerên 40 welatan dest pê kir. Konferansê bêyî ku bang li Desteya Bilind a Kurd bikin dest pê kir. Piştî destpêkirina şerê navxweyî yê Suriyeyê cara yekemîn muxalîf û nûnerê rejîmê bi konferansa Cenevre-2 yê li ser mêzeyê rûniştin. Di destpêkirina konferansê de Sekreterê Giştî yên Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-Moon axivî.

Konferansa Cenevre-2 li Qesra Montro ya li ber perava Gola Cenevreyê destpêkir û roja înîyê de li Cenevreyê berdewam bike. Li konferansê de dê li ser navê muxalîfan Serokê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşker û Muxalifên Suriyeyê Ahmed El-Carba û li ser navê rejîmê jî Wezîrê Kar û Barê Derve yê Suriyeyê Velîd Mualîm nûneriyê dike. Li konferansê de rêza axivbêjan ji aliyê Neteweyên Yekbûyîde tê diyarkirin dê di konferansê de berê nûnerê rejima Esed Wezîrê Kar û Barê Derve yê Suriyeyê Velîd Mualîm û li piştî wî nûnerê muxalîfan Ahmed El-Carba mafê axaftinê bigre û axaftinek bike. Muxalîfên Suriyeyê di serokatiya El-Carba de şandeyek ji 29 kesan pêktê tevlî konferansê dibe.

Tirkiye, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Rusya, Îngîlîstan, Fransa, Çîn, Elmanya, Qetar, Sûûdî Erebîstan, Brezîlya, Kanada, Norveç, Hîndîstan, Japonya, Endonezya, Afrîkaya Başûr, Îsveç, Îsvîçre, Vatîkan, Yewnanîstan, Belçîka, Danîmarka, Îtalya, Lûksembûrg, Hollanda, Îspanya, Koreya Başûr, Avûstralya, Meksîka, Misir, Cezayîr, Irak, Urdun, Kuveyt, Lubnan, Umman, Emîrên Yekîtiya Ereban, Bahreyn û Fas tevlî konferansê dibin.

(my/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN