DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

Li Rusyayê efoya giştî hat îlankirin

18 Kanûn
16:49 2013

NAVENDA NÛÇEYAN (DîHA) - Li parlamentoya Rûsya ya jêrîn Dumayê bi minasebeta 20'emîn salvegera makezagonê efoya giştî hat îlankirin.

Li parlamentoya Rûsya ya jêrîn Dumayê bi minasebeta 20'emîn salvegera makezagonê efoya giştî bi yek dengî hat îlankirin. Pêşnûmeya Efoya Giştî ya ku ji aliyê Komîsyona Mafên Mirovan a Kremlinê ve hat amadekirin ji aliyê Serokê dewletê Vladimir Putin ve pêşkêşî meclisê hat kirin. Dê zarok, jinên bi zarok, jinên ducanî, astengdar, gaziyên şer û kesên di qezaya gaza nuuklerî ya Çernobîlê karibin ji vê efoyê sûdê bigirin. Kesên rastî 5 sal ceza hatibin û nû rastî ceza tên jî dê ji vê efoyê giştî sûdê bigirin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN