Li Îranê 1800 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê, diyar kir ku piştî di 25'ê Mijdarê de li 11 girtiyên din cezayê darvekirinê hat birîn û şandin Girtîgeha Ghezel Hesar, 1800 kesên di wê girtîgehê de dest bi greva birçîbûnê kirin.
Li gor nûçeya sîteya Hrana ya Îngilizî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê wek çavkanî nîşan daye, piştî di 25'ê Mijdarê de li 11 girtiyên din cezayê darvekirinê hat birîn û şandin Girtîgeha Ghezel Hesar, 1800 kesên di wê girtîgehê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Girtiyên bi navê Hameh Ehmedî, Kamal Moulayî, Cemşîd Dehghanî, Jahangîr Dehghanî, Seddîgh Muhammedî û Seyîd Hadî Hosseînî destnîşan kirin ku ji ber kiryarên neheq û cezayên îdamê dest bi greva birçîbûnê kirine.
Parêzvanên mafên mirovan jî dan xuyakirin ku rewşa tenduristiyê ya hin girtiyan xera bûye. Di vê navberê de hat ragihandin ku piştî greva birçîbûnê girtiyan dixin hucreyan.
(yş/mae)