DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

Li Iraqê teqîn: 15 mirî

8 Mijdar
11:36 2013

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li paytexta Iraqê, Bexdayê teqîn pêk hat. Di encama teqînêde 15 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 30 leşker birîndar bûn.

Li herêma El-Tarimiyeyê ya ku li bakurê paytexta Iraqê Bexdayê dikeve, 2 wesayîtên bi bombeyî li baregeha leşkeridê teqîn pêkanî. Hat ragihandin di encama teqînêde 15 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 30 leşker jî birîndar bûn. Li gorî nûçeyên çapemeniya Iraqê, şevê din 2 xwekujan bi 2 wesayitên bombe barkirî êrişê baregaha leşkeri kirin. Piştî êrişan Ambulans sewqî cihê bûyerê kirin û birîndar û mirî rakirin nexweşxaneyê nêz. Der barê bûyerê de hîna saziyên fermî daxûyani nedan.

Li gorî agahiyên Neteweyê Yekbûyî, rêjeya êrişan Di sala 2008'an vir ve gehîştiye radeya herî bilind. Bi tenê di 2 mehê dawî de di encama êrişên bombeyî û êrişên çekdarî de 2 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye.

(my/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN