Vê sibê Bexda bi bombeyan hejiya
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Îro danê sibehê li gelek herêmên Bexda êrîşên bombeyî pêk hatin, bi dehan mirovan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.
Li gor agahiyên ji çavkaniyeke ewlekariyê hatine wergirtin vê sibê li navçeya Huriyê, Meştel, Şaab, Dure û Hey Neft, 5 otomobîlên bombebarkirî hatin teqandin. Heman çavkaniyê ragihand ku du bombeyên din jî li nêzî dikanên li navçeya Medaên hatine teqandin û gelek kesan jiyana xwe ji dest daye û li gor agahiyên destpêkê 55 mirî û birîndar hene.
(yş/mae)