DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

Li Rûsyayê êrîşa xwekujî

21 Cotmeh
17:19 2013

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li bajarê Volgograd a Rûsyayê, li dijî otobuseke rêwiyan êrîşa bombeyî pêk hat û herî kêm 10 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn. Tê gotin ku bûyer ji aliyê jinekê ve pêk hatiye.

Li gorî agahiya ku ajansa RBC'ê ji Wezareta Rewşên Awarte girtiye, di otobuseke gel ya ji banliyo Volgogradê derketibû rê saet li dora 14.05'an de teqîn pêk hat. Tê gotin ku çalakgera xwekujî hevsera lîderê koma mîlîtanan e û her wiha di demek nêz de jî îslamiyet qebûl kiriye. Li herêmeke nêzî bûyerê belgeyên aîdî jinê hat dîtin. Tê gotin ku xwendekarên Zanîngeha Dewlet Volgograd jî di otubusê de bûn û jiyana xwe ji dest dane.

(yş/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN