Li Afganîstanê û Kerkukê êrîşa bombeyî: 6 mirî
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Di êrîşên bombeyî yên li Afganîstan û Kerkûkê pêk hatî de herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di mizgeftekî li wîlayeta Logarê ya 50 kîlometre başûrê peytexta Afganîstanê Kabîlê de teqînek bi şid pêk hat. Piştî teqîna dema nimêja Cejina Qûrbanê de pêk hat de ekîbên tendûristiyê û ewlehiyê şandin heremê. Di teqînê de li gor agahiyên pêşî kesek jiyana xwe ji dest daye. Nayê zanîn ku di teqînê de başqe mirî an jî birîndar hene an na.
Li Kerkukê li ber Mizgefta Kudusê teqîn
Li bajarê Kerkukê ya Iraqê jî li ber Mizgefta Kudusê dema cemeat ji nimêja cejinê derdiket teqînek pir bi şid pêk hat. Li gor agahiyên pêşî di teqînê de; 5 kes jiyana xwe ji dest dan, 16 kes jî birîndar bûn. Piştî teqînê ambûlans sewqê cihê bûyerê hat kirin û birîndaran birin nexweşxaneyan.
(ea/mae)