DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

DMME'ê Tirkiye ji bo 'Birêz Ocalan' Tirkiye mahkum kir

1 Cotmeh
16:30 2013

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM), ji bo gotina"Birêz Ocalan" Tirkiye mahkum kir. DMME'ê serlêdana 19 kesên ku serî li wan da nirxand û Tirkiye "Tawanbar" dît.

Di sala 2008'an de 19 welatiyan, li Navçeya Xalfetî ya Rihayê ji bo cezayê gotina "Birêz Ocalan" şermezar bike çalakî pêk anîbûn. 19 weletiyan daxwaznameya "Ez jî dibêjim Birêz Abdullah Ocalan û li xwe îxbar dikim" dabûn Dozgeriya Komarê. Li ser vê yekê dozgeriyê der barê 19 kesan de doz vekir. Heyeta dadgehê jî li 9 kesan 2 sal û 15 roj cezayê girtîgehê birî. Li ser vê yekê 19 kesan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMME'ê serlêdana 19 kesên ku serî li wan da nirxand û Tirkiye "Tawanbar" dît.

DMME'ê li ser vê biryarê dewleta Tirkiyeyê tawanbar kir û xwest Tirkiye ji bo her kesekî 3 hezar û 140 Euro tazmînatê bide welatiyan. Bi tevahî Tirkiye mahkûmî 59 hezar û 660 Euro tazmînatê kir. DMME'ê li aliyê din 1000 Euro jî lêçûnên dadgehê li Tirkiyeyê birî.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN