Li Bexdayê êrîş: Herî kêm 36 kes mirin
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li Bexdayê di encama êrîşên bombeyî de herî kêm 36 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 100 kesî birîndar bûn.
Li paytexta Iraqê, Bexdayê di êrîşên wesayîtên bi bombe de, tax û kargehên şîiyan hedef hatin girtin. Di saetên serê sibê de li 9 taxên şîiyan, 12 êrîşên bombeyî pêk hatin. Êrîşa herî mezin li Sadr City pêk hat. Di êrîşa bazarê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 75 kes birîndar bûn. Di encama êrîşan de herî kêm 36 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 100 kesî birîndar bûn.
Di encama êrîşên duh de bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Li Iraqê di encama êrîşên îsal de zêdetirî 4 hezar û 500 kesan jiyana xwe ji dest dan.
(ça)