DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

Li Pakîstanê erdhej: Herî kêm 208 kes mirin

25 Îlon
09:44 2013

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Doh li Pakîstanê erdhejek pêk hat. Di erdhejê de herî hindik 208 kesî ji jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes birîndar bûn.


Duh li Pakîstanê erdheja di mezinahiya 7.7'an de, li eyalata herî xizan Belûcîstanê çê bû. Erdhêj tevî li Belûcîstanê li herêmên derdorê jî, bû sedema felaketeke mezin. Ji erdhejê zirara herî mezin li herêmên Awaran Xûzdarê çêbûye.
Li gorî rayedarên pakistanî, di encama erdhejê de herî kêm 208 kes mirine û 373 kes jî birîndar bûne. Ji ber erdhejê gelek xanî hilweşiyane û hê gelek kes di bin xirbeyan de ne. Rayedaran diyar kir ku li herêmê rewşa awarte îlan kirine û dibêjin ew ditirsin hejmara miriyan gelek zêde bibe. Li heman herêmê di meha nîsanê de jî erdhejek çê bûbû û 41 kes miribûn.

(md/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN