Çalakiyên Birayên Misûlman hat qedexe kirin
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li Misirê biryara ku tevahî çalakiyên Birayên Misûlman bê qedexekirin û hebûna mal bê desteserkirin hat dayîn.
Li Misirê pişti ku desilatdariya Muhammaed Mursî ji aliyê artêşê ve hat bi dawikirin. Di dema ku felişandina(fesh) Birayên Misûlman dihat niqaşkirin de biryara qedexe kirina hemû çalakiyên Birayê Misûlman hat dayîn. Biryara qedexe kirinaçalakiyên Birayên Misûlman ji aliyê Darazdar Muhammed el-Sayed ve hat vegotin. Darazdar Muhammed el-Sayed diyar kir ku dê tevahi Komeleya Birayên Misûlman û şaxên wan hatine qedexe kirin û wiha got: "Dadgehê Rêxistina Birayên Misûlman, Saziyên Sîvîl yên Civakî û komeleyên ku bi Birayên Misûlman re tekîldarin çalakî û xebatên wan dikin qedexe kirin." Dadgehê biryara desteserkirina hebûna mal yên Birayên Misûlman da.
(my/mae)