DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Spor

Navçeya Rezan ji turnavayê re xwe amade dike

 
23 Tebax
13:55 2013

AMED (DÎHA) - Şaredariya Rezan a her sal bi dehan ciwanan fêrî basketbolê dike, wê beşdarî Turnuvaya Basketbolê ya Jinên Ciwan a li Dîlokê ku di navbera 9-12'ê Îlonê de wê bê lidarxistin bibe.

Tîma Basketbolê ya Jinên Ciwan a Şaredariya Rezan amadekariyên xwe yên sezona nû berdewam dike. Şaredariya Rezan, di sezona havînê de bi betlanaya dibistanan re ku hilbijartinên ji bo tima asta jêr temam kirin, di dema nû de bi qasî 200 keçên ciwan ên sporvan re xebatên xwe didomîne. Tîma Basketbolê yê Jinên Ciwan a Şaredariya Rezan ku ji bo Turnuvaya Basketbolê ya Keçên Ciwan a Akdenîzê hat dawetkirin xebatên xwe li ser vî esasî berdewam dike. Wê Turnuva di navbera 9-12'ê Îlonê de li Dîlokê bê lidarxistin. Antrenorê Taximê Basletbolê yê Jinên Ciwan Remzî Atli, anî ziman ku di nav hefteyê her roj di navbera 09.00 û 12.00'an de bêyî navberê bidin, xebatên xwe berdewam dikin û wiha berdewam kir: "Sala Borî li Dîlokê di Turnuvaya Basketbol a Keçên Ciwan a bi navê Akdenîz Yildiz de taximê me bibû şampîyon. Em îsal jî ji bo Turnuvaya Basketbolê ya Keçên Ciwan a Akdenîz Yildiz a di navbera 9-12'ê Îlonê de wê bê lidarxistin hatine dawetkirin. Wê taximê Şaredariya Baglar jî di nav de ji Dîlok, Hatay, Mersîn, Elezîz, Wan, Meletî û hwd. taxim beşdarî turnuvayê bibin. Armanca me ya di vê turnuvayê de ev e ku em dîsa bibin şampiyon."

(xb/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN