Li Çînê lehî: 105 kes mirin, agahî ji 115 kesan nayê girtin
NAVENDAN NÛÇEYAN (DÎHA) - Li bakurrojhilat û başûrê Çînê ji ber barana zêde lehî rabû û li gorî agahiyan 105 kesan jiyana xwe ji dest da û 115 kes winda ne.
Li Çînê ji ber barana zêde lehî rabû, 105 kesan jiyana xwe ji dest da, her wiha agahî ji 115 kesan nayê girtin. Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Çînê Xinhua bi taybet li eyaletên Liaoning û Guangdong ji ber barana zêde zirarek mezin dîtine û li van deran bîlanço giran e û bi sed hezaran kes ji herêmê afetê hatine tahliyekirin. Hikûmeta Çînê da zanîn ku barana zêde bandorek neyînî li ser 8 milyon kesan kiriye û li bakûrê welat li gorî salên dawî barana herî zêde barî ye. Li başûrê welat ji ber lehî û bahozê 22 kesan jiyana xwe ji dest dan.
(ça)