DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

Li Misirê mudaxale: Gelek mirî û birîndar hene

14 Tebax
11:56 2013

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li Qahîreyê polîs û leşkeran, mudaxeleyî aligirê Mursî yên ku li ber Mizgefta Rabîatul û Qadên Nahdayê û Adeviyyê kom bûne kir, hat ragihandin ku ji sedan zêdetir kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Di serê meha Tirmehê de Serokomarê berê Muhammed Mursî ji kar hat girtin. Ji bo Erkên Mursî lê vegerîne bi rojane aligirên Mursî li ber Mizgefta Rabîatul û Qadên Adeviyyê û Nahdayê kom dibe û çalakiya rûniştinê pêk tîne. Di saetên ji aliyê polîs û leşkeran ve mudaxale dest pêkir. Hat ragihandin ku pişti mudaxaleyê şer û pevçûn derket bi sedan zêdetir kesan jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes jî birîndar in. Wezîrê karûbarên hundirîn diyar kir ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de 2 erkdarên ewlehiyê di nav de heye. Di her du qadan ji mudaxale û şer û pevçûn berdewam e.

(my/ça)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN