Rêya siyasetê ji gerîllayan re vedibe
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Di navbera hikûmeta Kolombiya û Hêzên Çekdar ên Şoreşger yên Kolombiyayê (FARC) de ev saleke muzakereyên aştiyê didomin. Hate ragihandin ku ji bo gerîlla tevli siyasetê bibin li ser hin peymanan alî li hev tên.
Li gorî agahiyên ji ajansan hatine girtin, aliyên ku muzakereyên aştiyê didin meşandin, ji bo gerîllayên FARC'ê bikaribin tevli siyasetê bibin û muxalefetê xurt bikin li ser hin peymanan dixebitin.
Serokdewletê Kolombiyayê Juan Manuel Santos ev saleke li paytexta Kubayê Havanayê bi nûnerên FARC'ê re muzakereyên aşitiyê dimeşîne.
Li Kolombiyayê ji sala 1960'an vir ve FARC şer dide meşandin. Di encama vî şerî de heta niha 600 kesan jiyana xwe ji dest daye û nêzî 3 milyon kesan jî ji warên xwe koç kiriye.
(lg)