Li Çînê erdhej: 19 kes mirin
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li Eyaleta Gansuya bakurêrojavayê Çînê serê sibê di saet 07.45'an de erdheja mezinahiya wî 6.6 pîle pêkhat. Di encama karesatê de 19 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li Eyaleta Gansuya bakurêrojavayê Çînê serê sibê di saet 07.45'an de erdheja mezinahiya wî 6.6 pîle pêk hat. Di emcama karesatê de 19 kesan jiyana xwe ji dest da. Li gorî nûçeya Ajansa Şînhua yê, li bajarê Dînşî ya 200 km nêzî paytexta eyaletê Lancou'yê, ji ber erdhejê nezî 270 kes birîndar bûne. Lî herêmê di nava gelek bajaran de ragihandin gut bûye. Weke bajarê Mînşîen, Çangşîen, Maçuen û Sizu û li gelek waran di ragihandinê û ceyran de, zehmetî tê kişandin û rayedaran ragihandin ku ekîpên alîkariya tibbî, lêgerîn û rizgarkirinê, gehîştîye herêma karesatê û xabatên destpêkiriye. Herêmên cîran jî bi lerzandinê hejiyan.
(my/lg)