DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

Li Misirê rojek zor û krîtîk

3 Tîrmeh
11:16 2013

QAHÎRE (DÎHA) -Tenê çend saet ji bo dema 48 saetî ku artêşa Misirê dabû muxalîf û desthilatiyê mane. Serokkomar Muhemed Mûrsî da zanîn ku ew dê peywira xwe bidomîne. Li aliyeke din jî xwepêşandanên li dijî Mûrsî û yên ji bo Mûrsî berdewam dikin.

Serokkomar Muhemed Mûrsî duh êvarê axaftinek bi qasî 40 deqeyan kir û diyar kir ku ew bi rêya hilbijartinan hatiye ser desthilatiyê, ji ber wê jî dê berpirsyartiyên xwe berdewam bike û da zanîn ku ew ê dest ji peywira xwe bernede. Mûrsî qebûl kir ku sala yekem ya desthilatiyê zor e û got; “Hebûna bermaneyên dejenerebûyî yên desthilatiya berê berdewam dikin.” Mûrsî îdîa kir ku ew ê bigihêjin armancên şoreşa 2011 ku li Misirê pêk hat û di encamê de desthilatiya bi salan a Husnî Mubarek hate hilweşandin û ev bang kir: “Destûr nedin ku şoreşa we were firotin.” Mûrsî her wiha bang li Misirî û hêzên ewlehiyê kir ku êrîşê hev nekin. Her wiha da zanîn ku ew ji bo diyalogê amade ye.

Hejmara miriyan zêde dibe

Li gorî agahiyên fermî yên ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Misirê ve hatin dayin, di encama xwepêşandanên alîgirên Mûrsî ku duh li nêzî Zanîngeha Qahîreyê pêk hat de 16 kes jiyana xwe ji dest dan û zêdetirê 200 kes jî birîndar bûn.

Çalakiyên li kolanan didomin

Li aliyekê welatê Misirê bi krîzeke dijwar a siyasî re rû bi rû ye, li aliyeke din xwepêşandanên girseyî li seranserê bajaran belav dibe. Xwepêşandanên li dijî Mûrsî û yên alîgirê Mûrsî ku ji aliyê alîgirên Birayên Misilman ve tê lidarxistin, li kolanên paytext Qahîreyê didomin.

Ji kabîneyê îstîfa

Li aliyeke din, ji ber dijwarbûna bûyeran 6 wezîran ji kabîneyê îstîfa kirin. Di nava wezîrên îstîfa kirin de Wezîrê Derve yê Misirê Kamil Amr jî heye. Tê diyarkirin ku berdevkên hukûmet û serokkomartiyê jî îstîfayên xwe dane.
Nunera NY’yê ya mafê mirovan Navi Pillay bi daxuyaniyekê bang li Mûrsî kir ku diyalogeke cidî ya neteweyî bide destpêkirin û xwest ku divê tu hewldanên ku dê ziyanê bidin demokrasiyê pêk neyên.

(ab/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN