Li Urmiyeyê 8 Kurd hatin binçavkirin
HEWLÊR (DÎHA) - Hat ragihandin ku li Urmiyeyê 8 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlekariyê yên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî dane, roja 29'ê hezîranê, 8 welatiyên Kurd bi hinceta alîkarî dane partiyeke Kurd û têkilî li gel partiyê danîne, ji aliyê hêzên ewlekariyê yên rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve hatin binçavkirin. Heta niha nasnameya 8 kesên hatine binçavkirin nehatiye zelalkirin û derbarê rewşê de agahî nehatine dayin.
(ab/mae)