Rewşa tendûristiya Mandela xirab bû
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Hikumeta Afrîkaya Başûr diyar kir ku rewşa tendûristiya Nelson Mandela xerab bûye.
Berdevkê Serokomariya Afrîkaya Başûr Mac Maharaj, di daxuyaniya ku daye televîzyona dewletê SABC'ê de diyar kir rewşa tendûristiya Nelson Mandela ku ji ber enfeksiyona di pişikê ye û her tim xwe dûbare dike, ji 8'ê Hezîranê ve tedawî dibû, ber bi xerabûnê ve diçe. Maharaj anî ziman ku di nava 48 seatan de rewşa Mandela hîn xerabtir bûye. Ji aliyê din hikumeta Afrîkaya Başûr ji bo gel li hemberî îxtîmala ku Mandela nikaribe nexweşiyê li ser xwe biavêje amade bike nêzî hefteyekî daxuyaniyan li ser hev dide. Her wiha hate zanîn ku Serokomar Jacob Zuma jî derbarê rewşa Mandela ji bijîşkan agahî girtiye û ji ber ku rewşa Mandela ne baş e, serdana xwe ya ku dê îro biçûya paytexta Mapûto ya Mozambîkê betal kir.
(ab)