Rewşa zarokên li Bolîvyayê mirovan dike nava fikaran
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Neteweyên Yekbûyî der barê rewşa zarokên Bolivya de raporek amade kir. Li gorî vê raporê, bi sedan zarok di girtîgehan de têne ragirtin.
Yektiya Welatên Ewropayê jî destnîşan dike ku ev yek rê li ber fikaran vedike. Di raporê de tê diyarkirin ku ew texmîn dikin bi qasî 2 hezar zarok di girtîgehan têne girtin. Dîsa rapor nîşan dide ku li welêt, nezî 10 miliyon zarok weke kole têne bi karanîn û têne xebitandin. Zor û zahmetiya zarokan bi vê yeke jî bi sînor namîne, zarok rastî bûyerên şîdeta cînsî û tecawîzê jî tên. Nûnerê Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, (Rakiot)Racîcot, diyar kir ku ev rewş dibe sedema binpêkirina mafê zarokan û bibîrxist ku li girtîgehan zarok di nava şert û mercên xirab de mezin dibin. Racîcîot anî ziman ku keça 12 salî a li girtîgeha herî mezin ya li welêt dihat girtin ji aliyê bav, ap û bavê wê yê manewî yên hukumxwer ve bi qasî 5 salan rastî tecawîzê hatiye. Di raporê de tê destnîşankirin ku hukûmet li zarokan xwedî dernayê û ji ber vê yeke ti pêşketin di vî warî de çênabe. Lê hukûmeta Bolîvyayê li ser eşkerekirina vê raporê diyarkir ku ewê girtîgeha San Pedro ya ku bûyerên îstîsmara zayendî bê navber lê dewam dike, bi tamîmî bigrin.
Di vê girtîgehê de herwiha, der dora 250 zarokên xizan, zarokên ku tiryak û madeyên hişbir difiroşên, kûjer û mexdurên din yên sûcên pir dijwar pêk anîne, bi hevre dîmînin. Lê tê gotin, ji ber ku hukûmeta welêt xwedî li zarokan dernakeve, zarok edî nikarin li derve jiyana xwe bidomînin.
(bk/mae)