Fînala Turnuvaya Futbolê ya Guhgiranan pêk hat
AMED (DÎHA) - Fînala 3'yemîn Turnuvaya Futbolê ya Astengdarên Guhgiraniyê ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar xist, pêk hat û kupayên serkeftiyan danê.
Turnuvaya Futbolê ya Astengdarên Guhgiraniyê ku ji aliyê Midûrtiya Sporê û Midûrtiya Astengdaran a bi ser Serokatiya Daîreya Karên Civakî ve tê lidarxistin 26ê gulanê dest pê kir û bi maça fînalê bi dawî bû. Maç li stada Yenîşehirê ya Berikê ya Şaredariya Bajarê Mezin hate lîstin Şahînspora Lîseya Pîşeyî ya Endustriyê pileya yekemîn bi dest xist, Sezgînlerspora Xwendegeha Navîn a Guhgiranan a Surkentê pileya duyemîn û Uçuklarspora Dibistana Guhgiranan a Surkentê pileya sêyemîn bi dest xist. Seroka Daîreya Karên Civakî Semra Kiratli xelata tîma yekemîn, Midûra Şaxa Astengdaran Kezîban Demîr jî xelata tîma duyemîn danê. Tîma sêyemîn jî xelata xwe ji destê Serkêşê Sporê yê Şaredariya Bajarê Mezin Vehap Saçakli wergirt.
(mae)