DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Spor

Tîma Şaredariyê kupaya şampiyonîyê stend

 
6 Gulan
18:19 2013

AMED (DÎHA) - Tîma Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di lîgên Tirkiyeyê yên îsal bû tîma herî zû bû şampiyon kupa stend.

Tîma Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di maça dawîn a lîga îsal de Tîma Şaredariya Bergamayê hewand û maç dageriya pîrozbahiya şampîyoniyê. Trîbûnan ji aliyê futbolhezên jin ve hate dagirtin û bi slogana “Her du tîm dest bi dest, werin trîbûnan” her du tîm bo trîbûnan hatin gazîkirin. Her du tîm dest bi dest hatin ber trîbûnan û li wir kevokên spî firandin. Di deqeya 34ê de Oktay Yigit bi penaltiyê golek avêt û Tîma Amedê bin ket. Tîma Amedê ku şampiyonî mîsoger kiribû kupa xwe ji destê Endamê Desteya Îcrayê a Federasyona Futbolê a Tirkiyeyê Edip Eren wergirt. Tîma sor û zer kêfxweşiya xwe bi alîgirên xwe re parve kir.

Pîrozbahiya bi coş

Pîrozbahiya li Stadyuma Ataturk a Amedê hate lidarxistin gelekî bi coş derbas bû. Bi dawîhatina maçê re, bi pêşkêşiya bi Kurdî ya stranbêj Farqîn ê bi ser Navenda Çandê a Dicle Firatê alîgiran li ber stranên Kurdî demeke têr bi şeng û şox borand. Di pîrozbahiya Tîma Şaredariya Bajarê Mezin a futbolê de, tîmên şaredariyê yên voleybol, basketbol, tîma futbolê a jinan, tîma sporê a astengdaran, satranç, govendê tevê leyîzvanên xwe amade bûn. Branşên amator bi pankarta “Em Piştgiriya Pêvajoya Çareseriya Demokratîk Dikin” daketin meydanê trîbûnan bi çepikên gur piştgiriya xwe nîşanî vê yekê dan. Serokê Kulûbê Metin Kilavuz leyîzvanên xwe yek bi yek pîroz kirin.

Kedkarên sporê nehatin jibîrkirin

Piştî sezoneke dijwar Tîma Şaredariya Bajarê Mezin bû şampiyon, endamên desteya rêveberiyê, heyeta teknîk û futbolîz bi plaketan hatin xelatkirin. Her weha desteya rêveber branşên dî jî ji bîr nekirin û plaket dane rahêneran. Coşa li sehayê bandor li trîbûnan jî kir. Ji destpêka maçê heta fîtika dawîn alîgiran piştgiriya tîma xwe kirin û dîmenên rengîn anîn pê. Bi taybetî Koma Erbaneyê a bi cilûbergên xwecihî gelekî bal kişand.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN