Belediyespora Bazîdê û Karabag Spor bûn bira
AGIRÎ (DîHA) - Belediyespora Bazîdê û Karabag Spor a Azarbeycanê ku di Lîga Amator a Super a Agrirî de bû şampiyon, bûn bira.
Belediyespora Bazîdê ya Agirî û Karabag Spor a Nahcivana Azarbeycanê ku di Lîga Amator a Super a Agrirî de bû şampiyon, bûn bira. Ji bo biratiya 2 tîmên siporê li Bazîdê dibistana bilind bê avakirin. Heyeta ku ji bo avakirna dibistana bilind a li Bazidê bê avakirin çûn Karabagê tîma Karabag Sporê ziyaret kir. Rêveberê Azersun Holdingê Fevzihan Aras û Xebatkarê Qulûba Sporê ya Karabagê Emrah Çelikel heyet pêşwazî kir. Piştî ziyaretê Endamê Meclisa Şaredariya Bazîdê Salih Ersingun, flamayên Belediyesipora Bazîdê li gel xwe anîn û teslîmî Fevzihan Aras û Emrah Çelikel kirin. Rêveberên Kulûba Sipora Karabagê jî plaketa biratiyê dan Spora Şaredariya Bazîdê.
Reveberê Azersun Holdingê Fevzihan Aras, anî ziman ku tîmên li Bakuyê di lîga yekem debûn şampiyon dê li Bazîdê lîstika biratiyê bilîzin û birtiya xwe pêş bixin. Endamê Meclisa şaredariya Bazidê Salih Ersingun, jî anî ziman ku ji ber rêveberên Azersun Holdingê ew bi germî pêşwazî kirin pir kêfxweş û bextewar in.
Ersingun, anî ziman ku ew armanc dikin ku di pêşerojê de bigêjin hedefa hêj bilintir.
(mae)