DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Spor

Jinên ciwan di turnuvaya Newrozê de serkeftin

 
12 Adar
11:39 2013

ÊLIH (DÎHA) - Tîma Basketbolê ya Jina a Şaredariya Êlihê di Turnuvaya Aştiyê ya Newrozê de bû şampiyon û kupaya xwe ji destê Alîkariya Şaredara Êlihê Gulîstan Akel wergirtin.

Tîma Basketbolê ya Jina a Şaredariya Êlihê di Turnuvaya Aştiyê ya Newrozê de bû şampiyon. Di maça li Salona Sporê ya Ataturkê hate lîstin Tîma Baskebolê ya Jinan a 1955 a Şaredariyê qezenc kir û kupaye xwe ji destê Alîkariya Şaredariya Êlihê Gulîstan Akel wergirtin. Akel ji bo xelata tîmê bidê tîm li odeya xwe ya meqamê qebûl kirin. Akel, diyar kir ku ew weke şaredarî ji bo jinê ciwan bi sporê re eleqedar bibin girîngiyên didin û di vê qadê de potansiyela jinan a girîng heye. Akel, anî ziman ku hinek kulubên sporê bi hinceta jin eleqeyê nîşanî sporê nadin tîm avanekirin û wiha got: "Lê em girîng dibînin. Ji ber ku spor tenê ya zilaman nîn e. Divê êdî jin jî bikevin qada sporê. "

(bd)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN