DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Spor

Tîma Jinan a Qoserê 1'em Liga Play-oof'ê mîzoger kir

10 Sibat
18:19 2013

MÊRDÎN (DÎHA) - Tima Fûtbolêya Jinan a Spora Şaredariya Qoserê Tîma Gençlerbirligî ya Qeyseriyê 1-0 têk bir. Jinan bi vê serkeftinê Lîga 1'em a play-oofê mîsoger kir.

Tima Fûtbolêya Jinan a Spora Şaredariya Qoserê ku di Koma 6'an a Lîga 2'em a Jinan a Tirkiyeyê de cih digirin, bi tîma Gençlerbirlîgî ya Qeyseriyê re hat rûqalî hev. Lîstika gogê li Stadyuma Qoserê pêk hat. Di mace de Tîma Jinan a Qoserê tîma Gençler Bîrligî ya Qeyseriyê 1-0 têk bir. Tîma jinan a Şaredariya Qoserê bi 3 puanan bi ser ket û 1'em Lîga Paly-offê mîsoger kir. Serokê Belediyespora Qoserê Aslan Başboga, diyar kir ku ji bo ew bawermendên xwe mahcup nekin û baweriya li hemberî xwe neşkînin dê bêtir bixebitin û bi biryarin ku di 1'emîn Lîga play-offê de jî bi ser bikevin.

(mae)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN